Xalîde Engîzek: Dîroka me xwediyê berxwedana bi heybet e

Li ser cejna Newrozê Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek nirxandin kir.
Xalîde anî ziman ev Newroz Newroza Serokatî ye û tekez kir divê bi pêşengiya jin û ciwanan sîstema Îmraliyê ya qirkirinê were parçekirin.

Bi nêzbûna Cejna Newrozê re peyam tên dayîn û nirxandin derdikevin.

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê xalîde engîzek bi vê boneyê ji ajansa Firat a nûçeyan re axivî.

Destpêka axaftina xwe Xalîde Engîzek Newroz li Rêber Apo ku ji bo jinan her roj kiriye Newroz, pîroz kir.

Xalîde anî ziman ku Rêber Apo bi 21’ê Adarê 1973’an dest pê kir, bi vê diyalektîka azadiyê re girêdayî ma û 50 sal e, meşa xwe ya bi heybet didomîne.

Xalide destnîşan kir ku dîroka tevgera azadiyê xwedî mîrasa berxwedaniya bi heybet û mezin e û wiha dewam kir:

“Yek ji hîmên esasî yên vê mîrateyê berxwedanî û çalakiyên Newrozê ne.

Milîtanên ku berpirsiyartiya gelekî, dîrokekê dane ser milê xwe, bi pêwîstiyên bûyîna pêşeng ve tevgeriyane.

Ev Newroz di arasteya Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de divê bibe Newrozeke ku rastiya gelê şerker tê afirandin.

Newroza sala 2023 divê bi ruhê fedaî yên Zap, Avaşîn, Metîna û Heval Sara û Rûken were pîrozkirin.

Xalîde Engîzek: 8’ê Adarê roja berxwedanî û şer e

Derbarê 8’ê Adarê û çalakiyên wê de Xalide Engîzek dibêje:

Îsal pîrozbahiyên 8ê Adarê ji ber erdhêja li welatê me di hewaya pîrozbahiyê de derbas nebû.

Jixwe di rastî de 8ê Adarê bi xwe rojeke berxwedanî û şer e.

8’ê Adarê jî bi rengekî pir bi wate bi piştgiriya jinên ji her welat û ji her gelî hat pîrozkirin.

Xalîde Engîzek: sala 2023 ji bo tevgera me saleke dîrokî ye

Xalide Engîzek destnîşan kir sala 2023 ji bo Tevgera Azadiyê saleke pir dîrokî û stratejîk e û got: Îsal wê li hemberî faşîzm û mêtîngeriyê bi têkoşîneke pir dijwar re derbas bibe.

Weke Tevgera Azadiyê me sala 50’î Sala Azadiya Serokatî ya fizîkî û Newroza Serokatî bi nav kir.

Lewma pêwîst e, ev Newroz bi vî ruh, coş, şer re derbas bibe.

Xalîde Engîzek: Ev Newroz Newroza serokatî ye

Dawiya nirxandina xwe Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek ev peyam da:

Newroz ne tenê cejn, roja berxwedanê ye.

Divê ev Newroz ji pîrozbahiyên her sal ên Newrozê cudatir were nirxandin.

Ev Newroz Newroza Serokatî ye.

Bi Newroza îsal divê Sîstema Qirkirinê ya Îmraliyê were perçekirin û rûxandin.”

Back to top button