Li Helebceyê şehidên kîmyabaranê bi merasîmekê hatin bîranîn

Li Başurê Kurdistanê, Komkujiya Helebceyê îsal bi du şêwazên cûda hat bîranîn. Welatî û kesûkarên şehîdên komkujiyê tevlî merasîma fermî ya hikûmetê nebûn Xizmên şehîdan bi awayek cûda serdana Goristana Şehîdên Helebce kirin û komkujiyê bibîranîn. Ji bo bîranîna komkujiyê şandeya Tevgera Azadî jî li gel xizmên şehidan serdana Bîrdariya Şehîdan û Goristana Şehîdên Helebceyê kir

Îro 35 sal bi ser kîmyabaranê re derbaz dibe.

Li Helebceyê, şehidên kîmyabaranê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Tevî rayedarên herêmê ji Iraqê jî gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de peyamên sazî, rêxistinan hatin xwendin û di hemû peyaman de jî behsa rewşa bajêr hate kirin.

Waliyê Helebceyê Azad Tofîq di merasîmê de axivî û diyarkir ku wê êş û birîna Helebceyê heya demek dirêj bimîne û got;

“Pêwîste Hikumeta Herêmê bala xwe bide ronîkirina bajêr, me çi ji bo Helebce kiribe erkê meye û divê em ji bo bajêr xizmetek zêdetir bikin.”

Gel merasîma hikûmetê boykot kir û tev li nebûn

Hejmarek zêde ya welatiyan tevlî merasîma hikûmetê nebûn.

Xizmên şehîdên kîmyabaranê, merasîma bîranînê ya li Helebceyê boykotkirin û gotin:

Divê hikûmet li şûna merasîmê, birînên komkujiyê derman bike

Divê hikûmet li şûna merasîma bîranînê, xizmeta bajêr bike û birînên komkujiyê derman bike.

Xizmên şehîdan bi awayek cûda serdana Goristana Şehîdên Helebce kirin û komkujiyê bibîranîn.

Tevgera Azadî li gel xizmên şehîdan Komkujiya Helebceyê bibîranî

Li aliyê din, ji bo bîranîna komkujiyê şandeya Tevgera Azadî serdana bajêr kir.

Şandeyê li gel xizmên şehidan çûn serdana Bîrdariya Şehîdan û Goristana Şehîdên Helebceyê.

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên komkujiya Helebce şermezar kir û ev tişt anî ziman:

“Kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîrtînin.

Kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê ne.”

Tara Hisên da zanîn ku divê hîn zêdetir alîkariya kesûkarên şehîdan û xizmeta welatiyên bajêr were kirin.

Serokwezîrê Iraqê: Helepce weke parêzgehekê qebûlkirin erkekî exlaqî ye

Her wiha bi boneya heman rojê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî jî li ser Twitterê daxuyaniyek da

Sûdanî bi lêv kir ku Helebce weke parêzgehekê qebûlkirin erkekî exlaqî ye û ev yek got: “Erka sereke ya hikûmeta me ye ku xizmetê bide bajarên ku rastî zilmê hatine.”

Back to top button