Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin

Li Bakurê Kurdistanê jî qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê di salvegera xwe ya 35’an de hatin bibîranîn. Rêxistina HDP’ê a bajarên Şirnex û Elihê gotin: Me çawa hemû komkujiyên ku bi desté dewleta Tirk hatin serê gelê me ji bîr nekirin, em ê Helebçeyê jî ji bîr nekin Tifaqa Kurdistanî û Komeleya Mafê Mirovan jî xwestin komkujiya Helebcê were naskirin

Li Bakurê Kurdistanê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê di salvegera xwe ya 35’an de hatin bibîranîn.

Rêxistina HDP a Şirnexê bi boneya salvegerû ber avahiya xwe daxuyaniyek da.

Beriya daxuyaniyê li eywana konferansê sînevîzyonek hat pêşandan.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdûllah Gungen ve hat xwendin.

Gungen, diyar kir ku ew ê heta dawiyê tekoşina xwe ya li dijî hişmendiyên qirker bidomînin û got: “Komkujiya Helepçê di diroka mirovahiyê de, weke xalek reş cihê xwe girt.

Me çawa hemû komkujiyên ku bi desté dewleta Tirk hatin serê gelê me ji bîr nekirin, em ê Helebçeyê jî ji bîr nekin.

Rêxistina HDP’a Êlihê jî li ber avahiya partiya xwe daxuyaniya dan û şehidên komkujiyê bibîarnîn.

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Êlihê Sedef Ozdemîr ku da xuyanî xwend, got:

“Em Komkujiya Helepçeyê û qêrîna zarokan a ‘Dayê bêhna sêvan tê’ ji bîr nakin.

Em kesên ku çekên kîmyewî dan Rejîma Saddam û kesên Komkujiya Helepçeyê ji nedîtî ve hatin ji bîr nakin.”

Tifaqa Kurdistanî û ÎHD’ê xwestin Qirkirina Helebceyê bê naskirin

Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanî jî şehidên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî.

Tifaqê nerazîbûn nîşanî cîhanê da ku li pêşberî ‘Hîroşîma ya Rojhilata Navîn’ bêdeng ma û got: Em dibînin ku mêtinger ji bo tunekirina statuya heyî ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Rojava ya Xweser ji holê rakin, qet nebe kêm bike û bandora wê biçûk bike, her firsendê bi kar tînin.

Em bang li hêzên demokrasiyê û raya giştî ya cîhanê dikin ku di vê pêvajoya krîtîk de bi gelê me re bin.”

Her wiha bi heman boneyê Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî daxuyaniyek weşand.

Komeleya Mafê Mirovan xwest Helebce weke ‘qirkirinê’ bê naskirin.

Back to top button