
Jinên Binarê Qendîlê biryara rawestandina çalakiyan a KCK’ê ji ber erdhejê weke helwesteke exlaqî bi nav kirin û gotin: “Tevî vê biryarê jî dewleta Tirk a faşîst her roj êrişên xwe li ser gelê Kurd zêdetir dike, divê civaka navneteweyî li beramberî êrişên Tirkiyê deng derbixînin.”
Di 6’ê Sibatê de 2 erdhej li Bazarcixa Mereşê ya Bakurê Kurdistanê pêk hat.
Erdhejê bandora xwe li gelek bajarên Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Suriyê kir.
Piştî karesata erdhejê 2 rojan, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ber erdhejê banga rawestandina hemû çalakiyên li çiya û metrepolan kir.
Li ser banga KCK’ê, Navenda Fermandariya NPG’ê biryara rawestandina çalakiyan da.
Tevî biryara rawestandina çalakiyan jî dewleta Tirk a dagirker bi hemû hovîtiya xwe ve, rojane bi dehan caran qadên Berxwedanê bombebaran û kîmyabaran dike.
Dewleta Tirk li şûna ku hemû derfetên xwe ji bo rizgarkirin û çareserkirina birînên erdhejê yên welatiyên xwe bikarbîne, di şerê ji bo tunekirina gelê Kurd bikartîne.
Jinên Binarê Qendîlê piştgiriya xwe ji bo biryara rawestandina çalakiyan anîn ziman û di derbarê biryara KCK’ê de ji Rojnews’ê re axivîn.
Jina bi navê Ronahî Hisên destnîşan kir ku KCK’ê bi vê helwesta xwe erka xwe ya mirovî û exlaqî bi cihanî.
“Divê Civaka Navnetewî û mafê mirovan xwedî helwest bin”
Serwîn Celal jî derbarê heman mijarê de diyar kir ku civaka navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan divê êdî xwedî helwest bin.