Pêşangeha Xemla Adarê bi xelatkirina mamoste û şêwekarên beşdar bi dawî bû.
Pêşangeha ʹXemla Adarê’ ji aliyê Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ya Zanîngeha Rojava ve li Qamişlo hate organîzekirin:
Di pêşangehê de 59 wêneyên ku balê dikişînin ser xemla biharê, çand û hunera gelê Kurd, şervanên YPJ’ê, jinên pêşeng, serhildana Rojhilat û karesata erdhejê heye.
Wêneyên li pêşangehê ji aliyê şêwekarên ji Qamişlo, mamoste û xwendekarên Zanîngeha Rojava ve hatine xêzkirin.
Mamosteyên ku tev lê pêşangehê bûne, ji xwendekaran re girîngiya hunerê şîrove dikir.
Mamosteya wêneyê Rojîn Mihemed ku beşdarî pêşangehê bûye got: Pêşangeh bi boneya hatine biharê hate vekirin.
Di dawiyê de mamoste û şêwekar hatin xelatkirin. Şêwekarên hatin xelatkirin ev in:
Rojîn Ehmed, Ebdulletîf Ehmed, Welîd Murad, Mûsa Mûsa, Hêvîn Elî, Luqman Îbrahîm, Heysem Hisên, Roder Îbrahîm, Rêzan Îbrahîm û Merwa El Xetîb in.