Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinan civiya

Li Tirkiye ji bo hilbijartinên giştî dem nêz dibe. Serlêdanên ji bo namzetiyê yên HDP’ê despêkirin. Hemwextî vê Tifaqa Ked û Azadiyê ku rola kilîd ya serketiyê hilbijartinê dileyîze, xebatên xwe didomîne. Herî dawî partiyên di tifaqê de ragihandin ku wan li ser rêbaza beşdarbûna hilbijartinê lihev kirin e.

Partiyên di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, bi rojeva hilbijartina serokkomariyê û giştî civiyan.

Tifaq wê li ser meyla namzetiya serokkomariyê nîqaş bike û dê stratejiya hilbijartina giştî ango hilbijartina parlamenteran diyar dike.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratik a Gelan HDP’ê duh civîn li dar xistibû.

HDP’ê di civînê de biryar dabû ku di lîsteyekê de bikevin hilbijartinê

Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) jî pêşniyar kir ku bi lîsteyên xwe bikevin hilbijartinê.

Li ser vê yekê, Hevserokên Giştî yên HDP’ê ji bo gotubejkirina pêşniyaran bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtin kirin.

Partiyên di Tifaqa Ked û Azadiyê de li hev kir

Di encama danûstandina di navbera partiyan de aliyan li hev kir.

Tifaqa Ked û Azadiyê ragihand dê hûrgiliyên lihevkirinê bi awayekî nivîskî biweşîne.

Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin

Li aliyê din HDP xebatên xwe yên ji bo Hilbijartina Giştî û Serokkomariyê ku dê di 14’ê gulanê de pêk were didomîne.

Di navbera 17 û 25’ê adarê de HDP wê dest bi qebûlkirina serlêdanên bernamzetan bike.

HDP’a ku li hemû bajaran xebatên xwe yên diyarkirina bernamzetan temam kir, hawiza navan ava kir.

HDP wê ji navên sembol re teklîfa namzetiyê bibe.

Kesên hatine hilbijartin nikarin serî lê bidin

Hevşaredar, endamên Meclisa Şaredariyê û endamên Meclisa Giştî ya Bajêr ku di hilbijartinên herêmî de hatine hilbijartin nikarin serlêdanê bikin.

Di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê de biryar hatiye dayîn ku ji bo namzetiya parlamenteran distûra du serdeman naguhere.

Ji ber xeteriya doza girtinê HDP dê bi partiya ÇPT a kesk re bikeve hilbijartinan

Partiya Demokratîk ku lez dane xebatên xwe, li aliyê din metirsiya girtina wê jî didome.

Li hemberî vê yekê, duh di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî de HDP biryar da ku bi Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê.

Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliç-gun Uçar têkildar biryara HDP’ê axivî.

Çîgdem Kiliçgun da zanîn ku ew Rêya Sêyemîn diparêzin û got:

Heke partiyên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin li hev bikin, ew amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyartiyê li xwe bigirin.

“Doza Girtinê şermekî demokrasiyê ye”

Çigdem destnîşan kir ku doza girtinê ya HDP’ê ji bo siyaseta Tirkiyê şermekî demokrasiyê ye.

Her wiha doz ne pêvajoyeke hiqûqî lê pêvajoyeke siyasî ye.

Back to top button