Opozîsyona Tirkiyê, siyasetên hikumeta AKP’ê li rojhilatê Deryaya Spî rexne dike.
Serokê opozîsyona dewleta Tirk Kemal Kiliçdaroglu siyaseta Erdogan li ava Qibrisê rexne kir û got:
Enqere hişt em dûrî cîhanê bikevin û em xistin rewşeke bi tenêmayînê.
Em gerekdarî aştiyê ne.. divê Enqere bi aştiyane bi cîran û derdora xwe re bijî.
Erdogan jî bê bersiv nema û li daxuyaniya Kiliçdaroglu vegerandin û got:
Qey tu nizanî keştiyên me li rojhilatê Deryaya Spî hene.. êdî tenêhiştin li ku maye?
Ev îro sê roj in, Erdogan dubare teqez dike ew ê guh li gef û hişyariyên Yekîtiya Eweropayê nekin û ew ê çalakiyên xwe li herêmê dewam bikin.
Ne tenê opozîsyon li dijî siyasetên AKPê derdikevin, lê belê artêşa wê bixwe jî, ku herî dawî 5 generalên payebilind xwe jê vekişandin.