Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da

Di encama lehiyên ku rabû de li li Hesekê û Kobanê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya Xweser li hember lehiyan tedbîrên ji bo kampên koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine.

Li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh baraneke zêde bariya, Ji ber baranên zêde, lehî rabû.

Di encamê de, li Hesekê û Kobanê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da

Zarokê bi navê Eymen El-Ehmed 14 ji gundê El-Mebtoh yê herêma çiyayê Kizwan a Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Zaroka din jî bi navê Şêrîn Ehmed 3 salî ji taxa Botan a rojavayê Kobanê ye.

Her weha ji ber lehiyan rêya di navbera Hesekê û Reqayê de ji xizmetê derket, pira El Şahir a di navbera Cidêdat û Ehwes ya Reqayê, hilweşiya.

Rêveberiya Xweser li hember lehiyan kamp parastin

Li aliyê din, Li gorî hat şopandin, tedbîr bi her kampekê re hatine girtin û ji bo pêşwazîkirina zivistanê Rêveberiya Xweser li ser wan disekine.

Van tedbîran, hişt ku zirarên zêde bi koçberên li kampê nebin.
Rêveberiya Xweser di xizmetkirin û alîkariya kampan de, li gel paşguhkirina komele û rêxistinên li herêmê, barekî mezin hildigire.

Li Kobanê tedbîrên şaredariyê ji bo lehiyan

Li kobanê jî, şaredarî ji bo tedbîrên lehiyê di nava xebatan de ye.

Back to top button