Dagirkirina Efrînê-MSD li Şehbayê komxebatek li dar xist

5 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin û hîna jî civaka navdewletî ji kiryarên dewleta Tirk û çeteyên xwe re bêdeng e. Bi vê boneyê Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD li Şehbayê komxebatek li dar xist. Her wiha li Qamişloyê jî, ji aliyê Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratîjîk NRLS ve, komxebatek hat lidarxisitn.

Bi boneya salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD, li hola Serdem a li Şehbayê, komxebatek li dar xist.

Komxebat bi beşdariya kesayetên siyasî ji hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, pariyên siyasî û rûsipiyên eşîran hat lidrxistin.

Hesen Koçer: Efrîn bi lihevkirineke Rûsî-Tirkî hat dagirkirin

Di komxebatê de Cîgirê Hevserokatîya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer, bi rêka On line beşdar bû û li ser dagirkirina Erfînê axivî.

Hesen Koçer bibîr xist ku bi lihevkirinekê di navbera Rûsya û Tirkiyê de Efrîn hat dagirkirin.

Hesen Koçer: Civaka Navdewletî li hember guhertina demografî bêdeng e

Koçer diyar kir ku siyaseta guhertina demografiya Efrînê, di gel bêdengiyeke navdewletî, heta niha jî dewam dike.

Dagirkirina Efrîn – NRLS li Qamişlo komxebatek li dar xist

Bi heman boneyê Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratîjîk NRLS komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Koxebat li Qamişlo bi beşdariya 28 hiqûqnas û lêkolîneran hat lidarxistin.

Di komxebatê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin, ew jî ‘Projeya Tirkiyê û binpêkirinên wê li Efrînê’ û ‘Rêyên bi binxistina Projeya Tirkiyê’.

Endamê NRLS Welîd Elşêx di komxebatê de axivî û got; “Siyaseta guhertina demografiya herêma Efrînê roj bi roj berfirehtir dibe, bi taybetî piştî rûdana erdhejê’.

Elşêx bal kişand ser alîkariyên ku ji bo mexduran derbas dibin û hat gotin alîkariyên ku divê li mexduran bê belavkirin bi wan mêtingehan tên avakirin.

Beşdarên din jî nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku bi rêya siyasetên ku li Efrînê têne kirin, hewl tê dayîn ku qirkirina gelan li wir bê meşandin.

Ev komxebat bi armanca nivîsandina lêkolîneke berfireh li ser projeya dewleta Tirk li Efrînê, hat lidarxistin.

Back to top button