Berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyêl diyar kir ku ew hewl didin bibin hêzeke pispor û Meclisa Giştî ya QSD’ê parçeyek ji sazûmaniya wan a rêxistinî ye.
24’ê Tebaxê civîna yekemîn a salane ya fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD li dar ket.
Di civînê de Meclisa Giştî ya QSD’ê ji nû ve hate sazkirin.
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyêl têkildarî karê Meclisa Giştî û armancên QSD’ê di pêvajoya bê de nirxand kir.
Kîno Gabriyêl destnîşan kir ku bi riya sazûmaniya rêxistinî ya QSD’ê ew armanc dikin ku bikin hêzeke fermî û aktîfkirî û got:
“Meclis ji Hêzên Sûriya Demokratîk ne parçeyek e.
Ev meclis beşek ji sazûmaniya rêxistinî ya QSD’ê ye.
Her wiha hemû rêxistin û meclisên leşkerî di nav xwe de digire, yên ku di demên dawîn de li herêmên cuda hatin avakirin.”
Berdevkê QSD’ê têkildarî erkên meclisê ev tişt anî ziman:
“Danîna bernameya salane û stratejiyên giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk li gorî pêvajoya heyî erkê me ye.
Hêzên Sûriya Demokratîk wê li gorî daneyan pêkanîna vê bernameyê bişopîne.”
KÎNO GABRIYÊL: GEFÊN TIRKIYÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI RÊVEÇÛNA ÇALAKIYÊN ME LI DIJÎ DAIŞ’Ê DIKE
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyêl îşaret bi gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir.
“Gelek dewletên herêmê gefan li herêmên dixwin, ev yek bandoreke neyînî li rêveçûna çalakiyên me yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê dike.
Û derfet dide van şaneyan ku tev bigerin, ji ber gefan hêzên me li gelek eniyan belav bûne, ev jî bandoreke nebaş li şerê me yê li dijî DAIŞ’ê dike.”