Şêniyên Qamişlo 192 şehîdên meha Sibat û Adarê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo îro bi merasîmekê 192 şehîdên meha Sibat û Adarê ku li cih û demên cuda şehîd bûne li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo, bi bîr anîn.

Bi sedan şêniyên bajêr, malbatên şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl, TEV-DEM, PYD û Kongra Star amade bûn.

Berdevkê Însiyatîfa Sûriye ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzenda Munzir axivî û got:

“Ev ne tenê şehîdên bajarê Qamişlo ne, lê belê ji tevahî perçeyên Kurdistanê û dervayî welat jî hene.

Bi şehadeta xwe biratiya gelan temsîl kir.

Kesê ku dixwaze destkeftiyên xwe biparêze, divê xwedî li fedariyên şehîdan derkevin.”

Di dawiya merasîmê de, nasnameyên 192 şehîdan hat xwendin.

Back to top button