3 Girtiyên Behdînanê serbest hatin berdan

3 girtiyên Behdînanê bi temambûna cezayên wan ên li girtîgehê, serbest hatin berdan.

Ev girtiyên Behdînanê beriya niha bi 4 salan di raperîna li Şêladizê de hatibûn girtin.

Ji çalakvanên girtî yên Behdînanê Şivan Seîd, Herîwan Îsa û Eyaz Ekrem bi temambûna cezayên wan ên li girtîgeha Hewlêrê îro serbest hatin berdan.

Her wiha biryar bû ku îro Guhdar Zêbarî jî li gel wan were berdan.

Lê belê ji ber biryara Dadgeha Hewlêrê ya ku girêdayî PDK’ê ye, 7 meh cezayek nû yê girtîgehê lê hate birîn û ji ber wê nehate berdan.

Back to top button