Balafirên şer ên rêjîma Sûrî û Rûsyayê bombebarana li başûrê Idlibê didomînin. Li gorî çavkaniyên li ser erdê, hejmara kuştî û birîndaran di encama bombebarana sibeha îroj de gihaşt 16 kesan.
ŞERÊ LI SÛRIYÊ
DI ENCAMA BOMBEBARANA DANÊ SIBEHÊ DE, 16 KUŞTÎ Û BIRÎNDAR ÇÊBÛN
Çavakniyan diyar kirin ku balafirên şer ên Rûsyayê gundê Besqela û Ihsem ên başûrê Idlib armanc girtin û di encam de 5 sivîl hatin kuştin û 9 jî birînda bûn.
Li aliyê din, balafirên rêjîma Sûrî jî bi moşekan gundê Kefer Uwêd armanc girt.
Her wiha bajarokê Kef-renbêl jî bû armanca bombebarana balafirên Rûsyayê.