Li bajarê Helebce û Xoyê erdeh çêbû

Piştî erdehej bakurê Kurdistan li başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî xeta erdejê aktîf bûye
Doh li Başûrê Kurdistan bi pileya 4,8 li Rojhilatê Kurdistan bi pileya 5,3 erd hejiya

Li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê doh di saet 21.30’an de bi pileya 4,8 erdhej çêbû. Erdhej li Silêmanî û Şarbajêr hat hîskirin.

Hat ragihandin ku erdhej 9 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Li Xoyê bi pileya 5.3 erhej çêbû

Heman rojê li bajarê Xoy ya Rojhilatê Kurdistanê jî di kurahiya 15,25 kîlometreyan de bi pileya 5.3 erdhej çêbû.

Erdhej li bajarên weke Urmiye û Tebrîz her wiha li bajarê Bakurê Kurdistanê Wanê jî hate hîskirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye di 28’ê Çileyê de li bajarê Xoy ya Rojhilatê Kurdistanê erdhejek bi pileya 5.9 pêkhatibû.

Di erdheja ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û hezar û 397 kes jî birîndar bibûn de bi hezaran malbat bêcih man.

Back to top button