YE wê derbarê jehrîkirina xwendekaran li Îranê lêprisîn bide destpêkirin

Yekîtiya Ewropayê biryar da ku şandeyeke bişîne Îran û Rojhilatê Kurdistanê da ku derbarî jehrîkirina xwendekarên keç de lêpirsînek bide destpêkirin

Parlamentoya Ewropayê, hewldanên hovane yên ji bo bêdengkirina jinan û keçan li Îranê şermezar kir.

Her wiha bang li endamên yekitiyê kir ku vîze bidin wan kesan ku pêwîstiya wan bi derketina ji welêt heye nexasim jin û zarokên keç.

Dezgehên çapemeniyê yên hikumetê û rayedarên Îranê ragihandin ku 13 hezar xwendekar ku piraniya wan xwendekarên keçîn in, bi jehrî bûne.

Ji ber wê, hêrsa li hember desthilatê zêde bû ku ji xwepêşandanên ji dema kuştina jina kurd Jîna Emînî di Îlona borî de li dar ketine, hîna berdewam in.

Girêdayî heman mijarê, Parlamentoya Ewropayê bang li civata navneteweyî kir ku Pasdarên Îranê wek rêxistineke terorîst bi nav bike û sûcên li dijî mafên mirovan ên li Îranê pêk tên, rexne kirin.

Her wiha parlamentoyê bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku Xamîneî, serokê welêt Îbrahîm Raîsî û serdozgerê giştî Mihemed Cafer Muntezarî ji ber sûcê wan ceza bike.

Back to top button