LI KANTONA QAMIŞLO 110 MAMOSTE BEŞDARÎ ERKA XWEPARASTINÊ BÛN

Mamoste ne tenê di avakirina nifşan de, ne tenê di warê perwerdekirin û arastekirina civakê de, her wiha di parastina xaka welat de jî pêşeng in.

110 mamosteyên kantona Qamişlo bi şahiyekê beşdarî Hêzên Erka xweparastinê bûn.

Di şahiyê de endama rêveber a Komîteya Rêveberiya Dibistanan Şehnaz Mihemed axivî û girîngiya parastina welat û tevlêbûna ciwanan a Erka xwe Parastina destnîşan kir.

Her wiha Şehnaz anî ziman ku di jiyanê de rola mamoste mezin e.

Mamoste ne tenê di dibistanan de perwerde dide lê belê erka xwe di parastina welat bi cih tîne.

Em bi kêfxwşî parastina welatê xwe dikin.

Ji aliyê xwe ve mamosteyê bi navê Mihemed Feysal El-Xezwan ê ji gundê Ceza yê girêdayî Til Hemîsê destnîşan kir ku parastina welat erka her kesî ye ku li ser vê xakê jiyan dike.

Piştî axaftinan mamosteyan berê xwe dan navendê erka xwe parastinê.

Leave a Reply

Back to top button