NPG’ê Newroz pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê dazanîn ku Newroz bi rêber Apo re bi PKK’ê re bû newro û got
“Meşa Rêber Apo meşa Newrozê ye û PKK ya ku Rêber Apo ew damezirandiye jî Partiya Newrozê ye.
Têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo di rojeke Newrozê de da destpêkirin, bi navê PKK’ê şênber û pêvajoya nîv sedsalê temam kir.
Em newroa 51’emîn a Rêbertî pîroz dikin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê derbarê newroza 2023’an de daxuyanî da.

NPG’ê di şexsê şehîdên Newrozê yên mezin Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Sema de hemû şehîdên kurdistanê bibirîanî.

NPG: Em newroza 51’emîn a rêbertî pîroz dikin

NPG’ê dazanîn ku Newroz bi rêber Apo re bi PKK’ê re bû newroz:

“Meşa Rêber Apo meşa Newrozê ye û PKK ya ku Rêber Apo ew damezirandiye jî Partiya Newrozê ye.

Têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo di rojeke Newrozê de da destpêkirin, bi navê PKK’ê şênber û pêvajoya nîv sedsalê temam kir.

Em newroa 51’emîn a Rêbertî pîroz dikin.

Agirê Newrozê ya ku ji aliyê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan ve li Zindana Amedê hat pêxistin, li çiya û deştên Kurdistanê veguherî agirê berxwedanê, pêl bi pêl belav bû”

“Wê Gerîlayên Apoyî axa Kurdistan biparêze û dawî li deheqan bîne”

NPG’ê diyar kir ku gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku her rojên sala 2022’an bi ruhê berxwedanê yê Newrozê li ber xwe da û ev nirxandin kir:

“Li hember êrîşên nemirovane yên artêşa Tirk a dagirker ku hemû rêgezên şer û exlaqî bin pê dike, bi îradeya Apoyî li ber xwe da, her bihusteke axa welatê me bi fedakarî parast.

Divê herkes zanibe wê gerîlayên azadiyê xaka pîroz a Kurdistanê biparêze û dawî li Deheqan bîne.”

Didawî de NPG’ê cejna li her kesî pîroz kir û got:

“Em Cejna Newrozê ya Rêber Apo ku têkoşîna me ya azadiyê bi agir da destpêkirin, ya malbatên şehîdên xwe yên bi rûmet,

Ya gelê xwe yê berxwedêr ê Kurdistanê ku ev nîv sed sal in têdikoşe,

Ya hevrêyên xwe yên ku li her qadê li dijî hemû êrîşên dijmirovahî bi fedakarî li ber xwe didin,

Ya dostên xwe û ya hemû gelên baweriya xwe bi kevneşopiya Newrozê tînin, pîroz dikin.

Em teqez dikin ku emê li ser rihê newrozê têkoşîna xwe 2023 bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Back to top button