Hikmet Îbrahîm bi şêwazê xwe Newrozê pêşwazî dike

Wênesaz Hikmet Îbrahîm bi xêzkirina 150 tablo û pêşkêşkirina wan Newroza îsal pêşwazî dike.
Hikmet Îbrahîm dibêje wî di tabloyên xwe de rojên xweş û nexweş yên Adarê xêz kiriye.
Her wiha di tabloyan de berxwedana jinên Kurd xêz kiriye.

Newroz nêz dibe.

Her kes bi şêwazê xwe newrozê pêşwazî dike.

Gel bi pêxistina agir pêşwazî dikin.

Û hunermend jî bi hunera xwe pêşwazî dike.

Yek ji wan hunermendan, wênesaz Hikmet Îbrahîm ê 56 salî ye.

Hikmet xwest bi pêşkêşkirina tabloyan Newrozê pêşwazî bike.

beta tablo 10 saniyan

Hikmet Îbrahîm 150 tablo xêz kir

Wî karîbû 150 tabloyî di 10 mehan de çêbike.

Ev tablo ji kevir, qirşik, sifir, qûm û pola hatine çêkirin.

16’ê Adarê Hikmet dest bi pêşandana tabloyên ku xêz kiribûn kir.

Pêşangeh li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ye.

Hikmet dibêje wî rojên xweş û nexweş yên Adarê di tabloyan de derxistiye.

”Min berxwedana jinên Kurd jî xêz kir”

Hikmet Îbrahîm destnîşan kir ku ew cara destpêkê ye ku tabloyan xêz dike û got:

Min di tabloyên xwe de timî berxwedana jinên Kurd xêz kiriye.

Bi rêya hunerê min anî ziman ku ev berxwedan wê bi dawî nebe.

Heta ku jina Kurd bigihêje encamê wê têbikoşe.

Min xêz kir ku bi têkoşînê jinê wê civakek azad ava bibe.

Armanca min a sereke ew bû ku, hêrsa gel a li dijî pergala desthilatdar derxim.

Min hewl da ku îradeya gelê Kurd bi wêne û pola nîşan bidim.”

Hikmet Îbrahîm hêviya aştiyê kir

Hikmet Îbrahîm hêvî kir ku Newroza 2023’yan bibe wesîleya azadiyê.

Û sala nû bi wekhevî û yekîtiya gelan di nav azadî û aştiyê de derbas bibe.

Back to top button