ISRAÎLÊ GELEK DEVERÊN FILISTÎNÎ LI XEZA Û LIBNANÊ KIRIN ARMANC

Balafirên şer ên Îsraîlê nuqteyên komên Filîstînê li Xeza û Libnanê kirin armanc.

 

Artêşa Îsraîlê duh di derengiya şevê de bakur, başûr û li navenda Xezayê, nuqteyên komên Filistînê kirin armanc û ziyanên madî çêbûn.

Artêşa Îsraîlê got wan bersiva moşekên ku bajarokê Sidêrût ê Îsraîlê kiribûn armanc, da.

Her wiha artêşa Îsraîlê diyar kir ku wê, tevgerên Hemas û Cîhad a Îslamî jî kirin armanc.

Vê sibehê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ew ê qaseya sotemeniyan a derbasî Xezayê dibin bikin nîvqase, ku sotemeniyên kehrebê jî di nav de ye.

Ev biryar wê bandora xwe li kehreba Xezayê jî bike û bihêle saetên qutbûna kehrebê kêm bibin.

Her wiha îro di berbanga sibehê de, Îsraîlê 3 êrîşên ezmanî li ser devera Qosaya li herêma Biqa’ a Libnanî jî pêk anîn.

Li gorî çavkaniyeke ewlehî ya Libnanî, ev êrîş li dijî nuqteyke leşkerî ya girêdayî Filistînê bû.

Duh jî, Îsraîlê bi 2 dronan deverine li jêr kontrola Hizbellaha Libnanî kirin armanc.

Rêberê Hizbellahê Hesen Nesrellah jî gefa bersivê da.

 

Leave a Reply

Back to top button