
Biryara Kongreyê ya ku destûrê dide artêşa Amerîkayê ji bo bikaranîna hêzê li Iraqê, di salvegera 20. a dagirkirina wê de tê betalkirin.
Kongresa Amerîka xwe amade dike ku du biryarên Kongresê yên ku destûrê didin hêzên leşkerî ji bo bikaranîna hêzê li Iraqê betal bike.
Ev yek rastî salvegera 20. a dagirkeriya Amerîka li Iraqê hat.
Yek ji van destûran 1991’an ji bo şerê Kendavê û 2002’an jî ji bo dagirkeriya Iraqê hatibû dayîn.
Niha jî ji bo betalkirina du Destûrnameyên Ji bo Bikaranîna Hêza Leşkerî (AUMF) tê kirin.
Ji Demokrat û Komarparêzan 68 senatoran ji bo rakirina rayeyan deng da û 27 jî dengê dijber dan.
Dengdana dawî wê roja Sêşemê li Senatoyê bê kirin û mijar wê bikeve rojeva Meclisa Nûneran.
Artêşa Amerîkayê di 20’ê Adara 2003’an de destwerdana Iraqê kir û di encama vê destwerdanê de dîktator Seddam Husên hate girtin û piştre jî darvekirin.
Tezkereya ku di Cotmeha 2002’an de ji aliyê Kongreya DYA’yê ve hat qebûlkirin û ji bo destwerdanê bingeheke qanûnî jêre hat dayîn.
Ev yek heta roja îro jî derbasdar e.
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump li ser vê biryarê fermana kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî ya li nêzîkî Balafirgeha Bexdayê dabû.
Tê diyarkirin ku egeriya wê yekê heye ku li ser heman biryaran Serokekî Amerîka li dijî Îranê jî şer bide despêkirin.
Senatorê Demokrat Chuck Schumer ku piranî di destê wan de ye, got:
“Şerê Iraqê demeke dirêj bi dawî bûye.”
Fermana oparasyona dijî terorê di meryetê de ye
AUMF ya ku piştî êrîşên terorê yên 11’ê Îlona 2001’an ên li DYA’yê destûr da operasyonên li dijî terorê, wê bidome.
Ev biryar rayeya berfireh dide Serokê Amerîkayê ku hêza leşkerî li dijî kesên bo welat metirsîdar tên dîtin bike.
Ev desthilatdarî bingeha qanûnî ye ji bo şerê ku Amerîka di sala 2001’ê de li Efxanistanê dest pê kir û herwiha operasyonên wê yên li dijî El Qaîde û rêxistinên îslamî yên radîkal ên paşmayê wê li Sûriye, Yemen û Somalî ye.
Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush êrîşa li ser Iraqê bi çekên komkujî yên li Iraqê rewa kir, lê piştre hat fêmkirin ku ev yek bêbingeh e.
Herî dawî hêzên Amerîkî di Kanûna 2011’an dema ku Barack Obama Serokê Amerîka bû ji Iraqê vekişiyan.
Piştre Koşka Spî hêzên xwe vegerandin Iraqê da ku şerê DAIŞê bikin.
Tê texmînkirin ku hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Iraqê bi erka xwe ya aktîf radibin, 2 hezar û 500 e.