Ji ber bagera Freddy bêtirî 400 kes mirin

Bagera Freddy Afrîkaya Navîn ji hev xist.
Ji ber bagerê heta niha bêtirî 400 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Bagera Freddy hefteyên dawî du caran li herêmê xist.

Li Mozambîkê 73 kes, li Madagaskarê 17 kes mirin.

Welatê ku herî zêde ji bagerê bandor bûyî û welatiyan jiyana xwe ji dest dayî jî Malavî ye.

Serokomarê Malavî Lazarûs Chakwera got, “Bîlançoya vê felaketê ji 225 kesan gihîşt 326 kesan.”

Chakwera diyar kir ku zêdeyî 183 hezar kes ji cih û warê xwe bûne.

Bager meha Sibatê li peravên Awûstralyayê rabû û di ser Okyanûsa Hînt re ji rojhilat ber bi rojava ve bi 8 hezar kîlometreyî çû.

Destpêkê di 21’ê Sibatê de bi bandor li Madagaskarê xist, piştre gihîşt Mozambîkê.

Destpêka meha Adarê li Madagaskarê vegeriya, piştre li Mozambîk û Malavî xist.

Back to top button