RÛSYA: ÊRÎŞÊN LI SER IDLIBÊ TI HEVPEYMANAN BINPÊ NAKIN

Beriya serdana Erdogan ji Rûsyayê re bi rojekê û gotûbêjkirina mijara Idlib û nuqteyên dewleta Tirk Rûsya wek bersiv ji Tikriyê re got:
Ew alîgirê êrîş û operasyonên rejîma Sûrî ne û êrîşên li ser Idlibê ti hevpeyman binpê nekirine.

Wezîrê Karê derve yê Rûsyayê Sergî Lavirov di kongreyeke çapemeniyê li Moskoyê ragihand ku, bidestxistina rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê ji herêmên Sûrî re ne binpêkirina hevpeymanên Astana û Sûtçiyê ne”

Lavrov diyar kir ku ev êrîş li dijî komên terorîst pêk hatine û ev yek liserlihevhatî ye.

Li aliyekî din Koşka Kremlin jî têkildarî mijarê destnîşan kir ku Rûsya ji ber hebûna terorîstan li Idlibê bifikar e û divê sînorek ji wan re bê dayîn.

Ev helwestên Rûsyayê beriya serdana Erdogan ji Rûsyayê re bi rojekê derdikevin holê.

Tê payîn ku ji bo mijara nuqteyên dwleta Tirk ên ”Çavdêriyê” û rewşa Idlibê sibe Erdogan serdana Rûsyayê dike.

 

 

Leave a Reply

Back to top button