Bersiva rejîmê bo koçberan: Bi xwe çadiran bikirin

40 roj di ser erdheja li bakurê Kurdistanê re derbas bûn.
Lê xemsariya rejîmê, êşa civakê girantir kiriye.
Ne kon û ne jî pêdiviyên wan nehatine bicihanîn.
Partiyên Tifaqa Ked û Azadiyê bi hemû hêza xwe li qadê ye.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê li kêleka mexdûrên erdhejê soz dan ku wê hesab ji berpirsan bixwazin.

Birînên nepêçayî, xemsariya rejîmê û rewşa kembax.

40 rojên erdheja li bakurê Kurdistanê temam bûn.

Lê tevî vê heta niha, birînên mexdurên erdhejê nehatine pêçan.

Di erdhejê de nêzî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da û bêtirî 150 hezar jî birîndar bûn.

Ji erdhejê li 11 bajar ziyan pêk anîn.

Derdora 14 mîlyon kes ji erdhejê bandor bûn.

40 rojin temam bûn, hîna jî bajar û navçeyên kavilbûyî wek xwe mane.

Barana rojên dawî ku bû sedema lehiyê, rewşa heyî kembaxtir kir.

Li Meletiyê ji ber barana bi şid konên mexdûrên erdhejê di bin avê de man.

Şehrîban Dogan a mexdûr got:

“Em çûn AFAD’ê me konteyner xwest, lê ji me re gotin ‘hûn dikarin bikirin’.”

Ji ber bêplaniya şaredarên rejîmê li herêmê dayîn avakirin, li Riha û Semsûrê bêtirî 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hemwextî vê dîmenên ziyana ji ber erdhejê derketî mirovan matmayî dihêle.

Kolanên nava bajar veguherîne qenalên avê.

HDP bi hemû hêza xwe li gel mexdûrên erdhejê ye

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar hemû xebatên xwe dane rawestandin û li kêleka mexdûranin.

Mîthat Sancar li Hatayê bi şandeyên Tifaqa Ked û Azadiyê re, serdana mexdûran kir.

Pervîn Buldan jî li Rihayê soza hesab pirsînê da.

Back to top button