Piştî 11 salan ji Tirkiyê serdana yekem bo misirê pêk tê

Piştî 11 salan di asta jor de serdana yekemîn a ji Tirkiyê bo Misirê pêk tê.
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu wê bi hempîşeyê xwe yê Misirê Samîh Şukrî re hevdîtinê bike.

Çavuşoglu wê sibe bi serdaneke fermî serdana Misirê bike.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat destnîşankirin ku Çavuşoglu li ser vexwendina hempîşeyê xwe yê Misirê serdana wî welatî dike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du wezîran li ser mijarên herêmî, navneteweyî û têkiliyên di navbera her du welatan de nêrînên xwe bi hev re parve kirin.

Çavuşoglu piştî 11 salan wê bibe yekemîn Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê ku serdana Misirê dike.

Wezîrê Karê Derve yê Misirê Şukrî 27ê Sibatê ji bo hevgirtin û sersaxiyê piştî erdhejên li Mereşê serdana Tirkiyê kiribû.

Misirê jî ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî şand Tirkiyê.

Serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan li Qeterê bi Serokomarê Misirê Ebdel Fattah es-Sîsî re civiyabû.

2013’an piştî ku rejîma Tirkiyê alîkariya Îxwaniyên li Misirê kir, peywendiyên navbera herdu welatan de xera bûn.

Back to top button