Li Kantona Qamişlo amadekariyên Newrozê

Bi nêzbûna Newrozê re komîteyên amadekar ên şahiyên Newrozê cihên giştî, kolan û qadên sereke yên li bajar û navçeyên kantona Qamişlo dixemilînin.
Komên tevlîbûna nava şahiyên pîrozbahiyê hatine diyar kirin.

Li bajarê Qamişlo dê mîna her sal Newroz li gundê Hîmo were pîrozkirin.

Komên muzîk û govendê yên ku tevlî pîrozbaiyên Newrozê yên li Qamoşlo bibin wiha ne:

Koma Botan, Koma Stêra Zêrîn, Koma Rabîta Efrîn, Koma Şehîd Welat, komên Mena û Şadî (ji Reqayê), Koma Şehî Osman, hunermend Nesrîn Botan û ji Başûrê Kurdistanê hunermend Pêşewa Remezan.

Li navçeya Dêrikê îsal Newroz dê li Bendava Borzê bê pîrozkirin.

Komên beşdarî pîrozbahiyê bibin wiha ne: Koma Şehîd Cûdî û El-Feterya, Koma Ava Mezin a Şanoyê, Koma Koçerat.

Li navçeya Girkê Legê, pîrozbahî dê li gundê Helêq Newroz bê pîroz kirin.

Komên pîrozbahiyê li vir jî ev in:

Koma Serhildan, Koma Şehîd Alanya, Koma Şehîd Serhed, Koma Endelîb El-Firat, Koma Arêz û Kanî, Koma Hêvî ya şanoyê û Koma Çekdar Ereb a govendê.

Li navçeya Tirbespiyê jî dê pîrozbahî li Qada Şehîd Mezlûm Dogan be û ev kom beşdar dibin:

Koma Şehîd Xebat, Koma Sebrî ya govendê, Koma Şehîd Roksan, hunermend Danîş Botan, Koma Bala, hunermend Fesîh Hisên û Keder Hisên ji Navenda Hêzil a Çand û Hunerê.
Ji Til Birakê jî dê
hunermend Talib beşdar bibe, her wiha hunermend Rêber Wehîd û Koma Bavê Teyar jî beşdar bibin.

Endamên komîteya amadekar a Newrozê Remziye Mihemed û Ednan Îbrahîm derbarê amadekariyên Newrozê axivîn û gotin:

Newroza îsal dê bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” tê pîroz kirin.

Back to top button