
Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam êrîşî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li Idlibê kir, di encamê 5 leşker hatin kuştin û 6 birîndar bûn. Li Tedmur û bakurê Helebê jî 2 leşkrên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, êrîş li derdora gundê El Fetatira yê li bejahiya başûrê Idlibê pêk hat.
Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê bi çekên giran derdora gundên Enkawî, Qahîre, Sermaniye û Qerqor ên li rojavayê Hemayê topbaran kirin, her wiha derdora gundên Sifohin û Hilobe yên Idlibê jî topbaran kirin.
Li Tedmurê di êrîşeke DAIŞ’ê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
Li rojhilatê bajarê Tedmurê jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî hêzên hikumeta Şamê kir û di encamê de leşkerekî hikumetê hat kuştin.
Efserekî hêzên hikumeta Şamê di şerê li dijî çeteyên Tirkiyê de hat kuştin
Duh pêncşemê jî li bajarokê Merenaz ê li bakurê Helebê, di navbera hêzên hikumeta Şamê û Çeteyên dewleta Tirk de şer derket û di encamê de efserekî hikumeta Şamê hat kuştin.
Humis-Kesên nenas êrişî navenda muxaberata leşkerî ya hikumeta Şamê kir
Li aliyê din Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê dazanîn ku kesên nenas êrişî navenda Muxaberata Leşkerî ya hikumeta Şamê ya li Humisê kir.
Di encamê de nobedarekî hêzên hikumeta Şamê kesek birîndar bû.