HPJ’ê li Çiyayên Azad ê Kurdistanê Newroz pîroz kir

Newroza 2023’an li çiyayên azad ên Kurdistanê jî tê pîrozkirin. Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê HPJ’ê Newroz bi merasîmek bi heybet pîroz kir.

HPJ’ê ji bo pîrozkirina Newrozê merasîmek lidar xist.

Yek ji fermandarên HPJ’ê Sema Kurdistan di merasîmê de axivî û got: “Bi dirûşmeya ‘Newroz Berxwedan e, Berxwedan Jiyan e!’ em di serî de Newrozê li Rêber Apo, li hemû şehîdên şoreşê, li gelê welatparêz û hemû gelên bindest pîroz dikin.

Em bi hêvîne ku Newroza sala 2023’an wê bibe bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi xwe re serkeftinên mezin bîne.

Lewma em dibêjin li hemberî pergala xwînxwar, li ser esasê parastina cewherî xwe parastin û rêxistinkirin ji her demê zêdetir pêywîste”

Gerîlayên HPJ’ê bi pêxistina agir û berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” cejna Newrozê pîroz kirin.

Back to top button