Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku di encama çalakiya hêzên wan li Mare de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê çalakî 24 Tebaxê li dijî baragehekî artêşa Tirk a dagirker li gundê Til Malid yê bajarê Mare pêk hatiye.
Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Her weha çeperên parastina navendê jî hatin ruxandin.