
KONGRA-GEL bang kir ku divê tevlêbûna Newrozê bi ruhê seferberiyê were kirin û got “Hilbijartinên ku wê di vê demê de were kirin, ji bo hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê firsendeke mezin e.”
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi boneya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ”Em dikevin Newroza 51’emîn a têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo di Newroza 1973’an de daye destpêkirin.
Di vî warî de PKK partiyeke Newrozê ye.
Ji ber vê sedemê em Newroza îsal bi coş û moraleke mezin a ku bi destkeftiyên têkoşînê hatiye afirandin, pêşwazî dikin.
Em ê êşa gelê me yê ji ber erdhejê li ber çavan bigirin, Newrozê li ser esasê bilindkirina berxwedan û têkoşînê pêşwazî bikin.”
KONGRA-GEL: Newroz ji bo hilweşandina faşîzmê firsendeke
KONGRA-GEL di dewama daxuyaniyê de bal kişande ser girîngiya hilbijartinên îsal ên li Tirkiyê û got; ”Hilbijartinên ku di vê pêvajoyê de bên kirin, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê firsendeke mezin e.
Hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP’ê wê ji bo hilweşandina kevneşopiya nîjadperestiya sed salî.”
KONGRA-GEL di dawiyê de diyar kir divê ê em bi kûrbûneke wiha beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin û li ser vê bingehê hemû derdorên xwe seferber bikin.