HPG: LI HEFTANÎNÊ HERÎ KÊM 20 LEŞKERÊN TIRK HATINE KUŞTIN

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li Herêma Heftanînê li dijî tevgera dagirkeriyê çalakî lidarxistin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de herî kêm 20 leşkerên Tirk hatine kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Heftanînê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî da:

25’ê Tebaxê gerîla li dijî tevgera dagirkeriyê li Girê Partîzan darbeyek dîrokî li artêşa dewleta Tirk a dagirker da.

Gerîla dor li yekîneya dijmin girt, ji sê baskan ve bi xurtî li wan da.

Şer nêzî seatekê dewam kir, di encama çalakiyê de 20 leşkerên dijmin hatine kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê artêşa dewleta tirk bi helîkopter û balafirên şer heta derengiya şevê herêma Girê Partîzan bombebaran kir.

 

Leave a Reply

Back to top button