ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: DI ŞERÊ 120 ROJAN DE 900 SIVÎL HATINE KUŞTIN

Di encama bombebarana balafirên şer ên Rûsyayê li gundewarê Idlibê herî kêm 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Her wiha li gundewarê Dêra Zorê jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî rejîmê kir û 5 çeteyên DAIŞ’ê û 8 alîgirên rejîmê hatin kuştin.

RÛSYA GUNDÊ BESQELA BOMBEBARAN KIR, 6 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê gundê Besqela û Ihsem ên başûrê Idlib armanc girtin.

Di encam de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 15 jî birînda bûn.

Li aliyê din, balafirên rêjîma Sûrî jî bi moşekan gundê Kefer Uwêd armanc girt.

Her wiha bajarokê Kef-renbêl jî bû armanca bombebarana balafirên Rûsyayê.

ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: DI ŞERÊ 120 ROJAN DE 900 SIVÎL HATINE KUŞTIN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bombebaranên 120 rojan dawîn belge kirin.

Di şerên giran de derdora 900 sivîl hatin kuştin û zêdetirî 700 hezar kes koçber bûn.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ- DÊRA ZORÊ
DAIŞ’Ê ÊRÎŞÎ RÊJÎMÊ KIR, 5 ÇETEYÊN DAIŞ Û 8 ALÎGIRÊN RÊJÎMÊ HATIN KUŞTIN

Li aliyekî din, li çolistana Meyadînê li gundewarê Dêra Zorê çeteyên DAIŞ’ê şevê din êrîşî rejîmê kir.

Di encam de şer rû da û 5 çeteyên DAIŞ’ê û 8 alîgirên rejîmê hatin kuştin.

 

Leave a Reply

Back to top button