
Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî bi peyamekê sersaxî ji malbatên şervanên ku di qezaya helîkopterê de şehîd bûbûn xwest.
Desteyê di serî de sersaxî ji malbatên Yekîneyên Antî Terorê, YPG û QSD’ê re xwest û got:
“Hêjî metirsiya DAÎŞ’ê li ser Rojava, Başûrê Kurdistan û Iraqê dewam dike..
Di wexteke welê de komeke şervan û fermandarê Yekîneyên Antî Terorê di dema li ser erka xwe bûn şehîd bûn..
Ev yek ji bo gelê Kurd û civaka navneteweyî xisareke mezin e.
Bi rêya vê peyama sersaxiyê daxwaz ji gelê Kurd dikin yekîtiya netewî pêk bînin..
Refên parastin û berxwedanê bikin yek li dijî dagirkerî û terorîstan.”