Li bajarê Lozanê agirê Newrozê hat vêxistin

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, Newroz, bi tevlêbûna Kurdistaniyan û dostên wan hat pîrozkirin.

Girseya ku li Parka Mentbenonê hat ba hev, meşale vêxist û meşiya.

Gel ku gihîşt qada Rîponne ku Qesra Rûmîne a Peymana Lozanê lê hatiye îmzekirin lê ye, ji bo bi dehhezaran qurbaniyên erdheja 6’ê Sibatê rêz girt.

Bi pişt re li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê Hayrettîn bi boneya rojê axivîn.

Alîkara Şaredar Phîllîpe Somsky diyarkir ku têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzmê gelek bi wateye û dixwazin modeleke demokratîk ava bikin, em bi wan re ne.

Parlamentera Platforma Ensemble à Gaûche Mathîlde Marendaz jî ez cejna newrozê pîroz dikim, berxwedana kurdan hêvî dide me, divê Ewropa berxwedaniya wan bibîne

Piştî peyamên ku hatin dayîn, Alîkara Şaredarê Lozanê Phîllîpe Somsky, Parlamenterên Swîsreyî û endamên Meclîsa Jinan a Laçînê, agirê Newrozê vêxist.

Back to top button