
Ciwanên li Parîsê bi meşekê tecrîda li dijî rêber Apo şermezarkirin û soza bilindkirina asta têkoşînê dan.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Tekoşer ên li Parîsê li dijî tecrîdê daketin qadan.
Ciwan li ber Navenda Çanda Kurd a li banliyoya Drancy dest bi meşê kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Piştî ku meş veguherî mitîngê li ser navê ciwanan daxuyanî hat xwendin, têde tecrîd hat şermezarkirin û wiha hat gotin:
”Azadiya fizîkî ya Rêber Apo rasterast bi azadiya jin û gelê Kurd ve girêdayî ye.
Dewleta Tirk ji ramanên Rêber Apo ditirse ji bo wê tecrîdê giran dike.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.