Komîteya Navendî ya PKK’ê ji bo Newrozê daxuyanî da

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi daxuyaniyekê Newroz li Rêber Apo û li gelên berxwedêr pîroz kir. PKK’ê diyar kir ku bi ruhê Newrozê ew xwe bidin ber pêvajoyê û Newroza îsal bikin newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. 

Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistan – PKK ji bo Newrozê daxuyanî da.

PKK’ê Newroz li Rêber Apo û li gelên berxwedêr pîroz kir û şehîdên Newrozê bîr anî.

PKK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

”Newroz ji bo gelên serî li ber zilm û zordariyê radikin rojeke nû û destpêkeke nû ye.

Newroz nîşaneya berxwedan û azadiyê ye.

Bi hezaran sal in ku Kurd, Ereb, Tirk, Faris û gelek gel newrozê pîroz dikin.

Dewleta Tirk a qirker û faşîst gelek caran hewl da ruhê berxwedêr ê Newrozê vemrîne.

Lê hemû hewlên wî vala bûn û bi ser nektin.”

PKK’ê diyar kir ku bi ruhê newrozê û di xeta Rêber Apo de ew xwe bidin ber pêvajoyê û got:

”Ji bo rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têk biçe, divê ku mirov bi ruhê seferberiyê bixebite.

Têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê, şikestinek e di hişmendiya dewleta Tirk a mêtinkar-qirker de.

Ev pêvajo girîng e. Destkeftiyên vê pêvajoyê jî û xeterî û fersendên wê jî wê gelek bin.

Ji bo wê divê em her roj û her kêliyê pir baş bi rêxistin bikin, pir bixebitin û bi ser bikevin.

Di xeta Rêber Apo de û bi ruhê Newrozê em xwe bidin ber pêvajoyê û li ber xwe bidin.”

PKK’ê anî ziman ku newroza îsal wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û wiha bi dawî kir:

Di hemû pîrozbahiya Newrozê de divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê armanckirin.

Em bawer in ku Newroza navendî ya ku li Amedê bê pirozkirin pir qerebalix be.

Wê bi milyonan kes agirê Newrozê li qada Newrozê ya Amedê dadin.

Bi dil, îrade û dengekî, wê bi milyonan kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biqîrin.

Wê newroz 2023’an bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Apo.”

Back to top button