Rêveberiya Xwser: Şopandina rêya şehîdan ji gelê me re wê bibe rêya aramiyê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û TEV DEM derbarê vê yekê daxwiyaniyek da û got:
Şopandina rêya şehîdan wê ji gelê me re bibe rêya aramiyê û avakirina civakeke azad û demokratîk .

Di 15’ê Adarê de li Başûrê Kurdistanê helîkopterek kete xwarê.

Di encama vê qezayê de, di nav de fermandar Şervan Kobanê, 9 şervan Yekîneyên Antî Teror şehîd bûn.

Ji gelek aliyan daxwiyanî derketin ..

Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrê û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM daxwiyaniyên cuda dan ..

Rêveberiya xweser di daxwiyaniyê de got:

“Me bi xemgînî şehîdkirina 9 şervanên Yekîneyên Antî Teror bihîst..

Ku di çarçoveya tekoşîna li dijî şaneyên DAİŞ’ê berê xwe didan Başûrê Kurdistanê.”

Rêveberiyê diyar kir ku van şehîdan di salên borî de jiyana xwe ji bo parastina gelê me xistin xizmeta vî welatî ..

Di şerê li dijî terorê de gelek hewl dane û beşdarî hemleya jinavbirina DAIŞê bûne ..

Em sersaxiyê ji malbatên 9 şehîdan re û ji QSD’ê re dixwazin ..

Em tekez dikin ku şopandina rêya şehîdan wê ji gelê me re bibe rêya aramiyê û avakirina civakeke azad û demokratîk..

TEV-DEM: Em ê riya şehîdan bişopînin heta serkeftinê

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê jî bi heman ermancê daxwiyaniyek da ..

TEV-DEM’ê di serî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:

Ev 9 şehîd dema ku erka xwe ya exlaqî di operasyoneke hevbeş de bi cih dianîn şehîd ketin ..

Bi vê karesata bi êş em teqez dikin ku em ê li ser rêya şehîdên xwe û nirxên wan ên exlaqî bi hêviya serkeftinê bimeşin.

TEV-DEM’ê dawiyê bang li rayedarên pêwendîdar ên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku cenazeyên her 9 şehîdan teslîm bikin ..

Back to top button