Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim peyama Newrozê da

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim Newroza 2023’an li tevahî gel pîroz kir û da zanîn ku ji bo têkbirina AKP-MHP’ê ew biçin qadên Newrozê. Ayten Dêrsim got, di Newroz îsal de armanca me azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim Newroza 2023’an di serî li Rêber Abdullah Ocalan, li gelên Kurdistanê, jin, ciwan û hemû mirovahiyê pîroz kir.

Ayten Dêrsim Mazlûm Dogan û Zekîye Alkan di serî de hemû şehîdên Newrozê bi bîr anî.

“Gel tenê bi hevgirtina hev dikarin birînên xwe bipêçin”

Ayten da xuyakirin ku gelê Başûrê Rojavayê Kurdistanê û Hatayê bi êşeke mezin ketine 2023’an û got:

Encamên erdhejê careke din nîşan dide ku nêta dewletê ev e ku civak û civakîbûnê ji holê rake.

Divê gelê me baş bi vî tiştî bizane. Dewlet tu carî nebû rizgarkerê vî gelî û ew ê nebe jî.

Gel tenê bi alîkarî û hevgirtina hev dikarin birînên xwe bipêçin.

Jin ji bo alîkariyê jî berê xwe dan herêmên erdhejê.

“Ji bo têkbirina AKP-MHP’ê em biçin qadên newrozê”

Ayten Dêrsim berxwedan û çalakiyên 8’ê Adarê yên jinan silav kir û diyar kir ku ev berxwedan wê di Newrozê de tacîdar bibe û wiha anî ziman:

Civak bi berxwedan û bi rêxistinbûneke xurt dikare êşên xwe derman bike:

Di vî warî de divê Newroz bi nêzîkbûna wate û ruhê xwe, bi wekhevî dikare were pîrozkirin.

Gel li dora Newrozê ji bo têkbirina AKP-MHP’ê kom bibin.

Divê em karibin nîşan bidin ku faşîzma AKP-MHP’ê, êdî belaya serê gelan e.

Ji bo ji vê belayê em rizgar bibin divê em berxwedanê geştir bikin.

“Di Newroza îsal armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim di dawiyê de got:

Tevgera azadiyê û gel bi berxwedanê heta îro hatiye.

Dewamkirina vê kevneşopiya berxwedanê felsefeya me ya herî bingehîn a jiyanê ye.

Di sala 2023’an de armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Back to top button