YJŞ’ê nasnameya şervanekê eşeker kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YJŞ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervana YJŞ’ê Arya Zekî ku ji ber lehiyê şehîd bû eşkere kir û got:” Şervana me Arya Zekî bû xwedî lêgerîneke pir mezin ya jiyaneke azad”.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 15’ê Adara 2023’an de ji ber barana zêde li gelek gund û bajarê Şengalê lêhî rabû.

YJŞ’ê got; di encama lêhiyê de şervana YJŞ’ê Arya Zekî dema ku li ser erka xwe bû bi lêhiyê re rû bi rû hat û şehîd bû.

Piştî lêgerîna 2 rojan cenazeyê şervana me hat ditîn.

YJŞ’ê da zanîn ku civaka me ya Êzidî di 73 frmanan re derbas bûye û sala 2014’an de rastî îxanet, qirkirin û komkujiyekî mezin hat.

Jinên Êzidî ji bo ji fermana re bibin bersiv, tola gel û jinên ketine destê çeteyên DAIŞ’ê hilînin, hêza xwe ya bi navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) avakirin.

Jina Êzidî ya ku xwe bi rêxistin kir bu kêlî bi kêlî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kir û tola xwe hilandin.

Hevrêya me Arya Zekî jî, yek ji wan sedan keç û xortên Êzidî bûn.

Arya, navê mamê civaka Êzidî dike paşnavê xwe û soza xwe dide gel û xaka xwe.

Ew bi temenê xwe yê ciwan, dibe xwedî lêgerîneke pir mezin ya jiyaneke azad.

Dilê şervana ciwan her tim ji bo azadiyê lêdida.

Arya Zekî hertim di nav hevalê xwe bi dilnizmiya xwe û sadebûna xwe ve dihat nasîn.

YJŞ’ê dibêje, bîranîn şehîdên me wê bi azadiya xaka me û gelê me mîsogerkirina wê be.

Nasnameya şervana şehîd wiha ye:

Navê: Aryen Zekî
Nav û paşnav: Neam Xidir
Navê Dayîk: Kamo
Navê Bav: Xidir
Cih û dîroka dayîkbûyînê; 2004-Şengal-Xeyalê
Dîroka tevlîbûyîna; 2018-Şengal
Cih û dîroka şehadetê; 15.03.2023-Şengal

Back to top button