YPJ: Di qezaya helîkopterê de 3 şervanên me jî şehîd bûn

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê ragihand ku di nava 9 şervanên YAT’ê yên di qezaya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne, 3 şervanên wan jî hene û got:” Hevriyên me Dîder, Rojeng û Feraşîn erkên xwe yên şoreşgerî bi serkeftî pêk anîn”.

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê ragihand ku di nava 9 şervanên YAT’ê yên di qezaya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne, 3 şervanên wan jî hene:

YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de YPJ’ê got:

15’ê Adarê 9 şervanên YAT’ê di qezeya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn.

Her yek ji hevalên me yên şehîd di oxira azadiya gelan de canê kirine berdêl.

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê der barê kesayeta 3 şervanên xwe de wiha anî ziman:

Hevrêya me Dîdar bi rihekî fedayî û bi sekna xwe ye dilnizim hemû erkên xwe yê şoreşgerî bi awayekî serkeftî pêkanî.

Ji berxwedaniya dîrokî a Kobanê heta Baxoz di hemû pêngavên li hemberî DAIŞ’ê hate meşandin de, bi rihekî fedakar û bi sekna jin ya pêşeng cihê xwe girt.

Dîdar tevî ku hevalekî brîndar jî bû lê tu car xwe ji eniyên şer qût ne kir.

Ew bi vê biryardariyê jî cihê xwe di nava Yekîneyên Antî Teror de girt.

Hevrê Rojeng weke jineke ciwan li hemberî dagirkeriya li ser Efrînê, berê xwe da nava refên azadiyê.

Di demeke pir kûrt de hem di warê leşkerî hem jî di warê birdozî de xwe pêşxist û cihê xwe di nava Yekîneyên Antî Terorê de girt.

Ew weke sembola rihê jinên ciwan heta kêliya xwe ye dawî jî bû xwedî kedeke mezin.

Hevrêya me Feraşîn jî di nava malbateke welatparêz a Dêrikê de mezin dibe û dilê wê herdem ji bo evîna lê dide.

Bi vê armancê jî her kêliya jiyana xwe dixe bin xizmeta parastina destkeftiyên şoreş ê.

Di nava Yekîneyên Antî Terorê de jî bi sekna xwe ye bi pîvan di profesyoneltiya şerê azadiyê de dibe xwedî lêhûrbûneke kûr.

Nasnameya her 3 şervanên şehîd wiha ye:

Nasnav: Dîdar Dêrik
Nav û paşnav: Hemdiya Seydo Seydo
Dîroka tevlêbûnê: Efrîn-2014
Cih û dîroka şehadetê: Başûrê Kurdistanê-15ʹê Adara 2023ʹyan

Nasnav: Rojeng Rifet
Nav û paşnav: Berfîn Bîlal Rifet
Dîroka tevlêbûnê: Şehba-2020
Cih û dîroka şehadetê: Başûrê Kurdistanê-15ʹê Adara 2023ʹyan

Nasnav: Feraşîn Baran
Nav û paşnav: Nejbîr Mehmûd Hemdo
Dîroka tevlêbûnê: Dêrik-2015
Cih û dîroka şehadetê: Başûrê Kurdistanê-15ʹê Adara 2023ʹyan
Back to top button