Endamtiya NATO: Ji Amerîka bo Tiriye daxwaza erêkirina Swêd ê

Şirîkên Rûsya, endamên nû yên NATO li ber derî hiştine. Tirkiye û Maceristan heta niha li pêşiya endamtiya Swêd û Fînlandiya ya NATO yê bûne asteng. Koşka Spî ji Enqereyê xwest ku piştî Fînlandiyayê tavilê endamtiya Swêdê ya NATOyê erê bike. Swêdê jî dibêje, “Me tiştên di peymanê de li hev kirî pêk anîn, ji wê bêtir jî wê nekin.”

Daxuyaniya Tirkiyeyê ya ji bo destpêkirina pêvajoya erêkirina endamtiya Fînlandiyayê ya NATO’yê li Washingtonê bi erênî hat pêşwazîkirin.

Li aliyê din, Amerîkayê bang li Enqereyê kir ku endamtiya Swêdê ya di nava tifaqê de “bi lez erê bike”.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî Jake Sullivan diyar kir ku Swêd û Fînlandiya welatên jêhatî ne ku nirxên NATOyê parve dikin.

Amerîka bi wê yekê bawere ku bi beşdarbûna van welatan wê ewlekariya Ewropa xurtir bibe.

Sullivan got, “Amerîka di wê baweriyê de ye ku divê her du welat jî di zûtirîn dem de bibin endamê NATOyê.”

Li Swêdê bêhêvîbûna ji Tirkiyê

Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Tobias Billström jî ji ber ku Tirkiye li hemberî pêngava Fînlandiyayê ya di pêvajoya endamtiyê de helwesta xwe ya li hemberî Swêdê neguhertiye, xemgîniya xwe anî ziman.

Billström biryara Enqereyê bi gotinên, “Ev bûyereke ku me nedixwest, lê em jê re amade bûn” nirxand û got: Niha armanca me ew e ku erêkirina her du welatên Tirkiye û Macarîstanê werbigirin.

Swêd: Em ê ji xalên di lihevkirinê de hatine nivîsîn bêtir nekin

Têkildarî sûcdariyên Enqereyê jî wezîrê Swêdê got, “Me ji ya ku di lihevkirinê de hatiye nivîsandin kêmtir nekirine, lê zêdetir jî nakin.”

Tirkiyê pêvajoya endamtiya Fînlandiya bo NATO despê kir

Serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku wan piştî hevdîtina bi Serokomarê Fînlandiyayê Sauli Niinistö re li Enqereyê pêvajoya erêkirina endamtiya NATOyê ya Helsînkî da destpêkirin.

Erdogan careke din li wê yekê mikur hat ku ji ber Swêd mixalîfên li wî welatî radestiyê Tirkiyê nekiriye, ew bi germahî endamtiya wan pêşwazî nakin.

Back to top button