IRAQ: EM Ê LI DIJÎ BINPÊKIRINA SERWERIYA XWE TIŞTÊN PÊWÎST BIKIN

Hikumeta Iraqê ragihand ew ê li dijî Binpêkirina serwerî û ewlehiya Iraqê ya ji aliyê Israîlê ve pêk hat rawestin.

 

Wezareta karê derve ya Iraqê Îro daxuyaniyek derbarê êrîşên li ser xaka Iraqê belav kir.

Wezaretê diyar kir ku li dijî kiryarên ku serwerî û aramiya xaka Iraqê binpê dikin ew ê rê û rêbazên dîplomatîk û qanûnî yên pêwîst bi rêya NY û Konseya ewlehiya navdewletî bikar bînin.”

Ev daxuyanî piştî rojekê ji bombebarana li ser embarên Heşda Şebî li parêzgeha Enbarê derket.

Heşda Şebî duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku êrîş ji aliyê 2 firokeyên Israîlî ve pêk hatiye, û tê de endamekî Heşdê hat kuştin.

Tevî ku ji gulana 2019an ve êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêma Başurê kurdistanê berdewam in, lê hikumeta Iraqê ta niha bi erka xwe ranebûye û ti helwest nîşan nedaye.

 

Leave a Reply

Back to top button