YPG: Em ê bi ruhê fermandar Karker Efrînê rizgar bikin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di salvegera 5’an a şehadeta fermandarê Berxwedana Serdemê Karker Êrîş daxuyaniyek da: YPG’ê fermandar Karker bi bîra anî û soza rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî da.

Fermandarê cengên giran, Karker Êrîş 18’ê Adara 2018’an li Efrînê tevlî karwanên nemiran bû.

Têkildarî salvegera 5’an a şehadeta fermandarê Berxwedana Serdemê Karker Êrîş, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê, daxuyaniyek nivîskî weşand.

YPG fermandar Karker bi bîr anî û wiha got:

Fermandar Karker yek ji pêşengên Şoreşa Rojava û fermandarê Berxwedana Serdemê ya bajarê Efrînê bû. Gelê Kurd ev sed sale di bin zext û zordariya çar dewletan de ye û bi taybet dewleta Tirk a dagirker dijminekî sondxwarî yê gelê me ye. Ji bo ji holê-rakirina hebûna gelê Kurd, tiştek nema nekir.

YPG’ê daxuyakirin ku Fermandarê cengên giran, rêheval Karker, yek ji wan lehengan e ku ji nav gelê xwe yê şerker û azadîxwaz derketiye.

Bi vê helwesta xwe ya dilwêrek, ji dost û dijminê xwe re sekna rasteqîn a milîtanên Rêber APO nîşan da û bû mînaka xeta serketinê ya serdema nû.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di daxuyaniyê de soza domandina rêya şehîdan da û weha bi dawî kir:

Bi ruhê fermandar Karker, Rosyar, Avesta, Barîn û Îlan’an, di serî de Efrîn, tevahî herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin. Emê di sedsala 21. de azadiya gelê xwe misoger bikin û bi serketinê tacîdar bikin.

Back to top button