Mazlûm Dînç: Hemû danûstandina li gel Ocalan ji holê hatiye rakirin

Ji parêzerên Rêber Ocalan, Mazlûm Dînç diyar kir ku 2 sal in ti agahî ji miwekîlê xwe Ocalan negirtin e. Mazlûm Dînç li ser vê rewşê nirxandin kir û got: “Divê CPT rapora xwe demildest eşkere bike û ji bo tecrîd bi dawî bibe pêwîste di nav helwestek çalak de be.”

Ji 25’ê Adara 2021’an ve ti agahî ji Rêber Abdulah Ocalan û sê girtiyên din yên li Îmraliyê nayên girtin.

Ji parêzerên Rêber Ocalan Mazlûm Dînç li ser mijarê nirxandin kir.

Mazlûm Dînç anî ziman; piştî hevdîtinên di navbera PKK’ê û hikûmeta Tirkiyê ya Nîsana 2015’an bi dawî bûn, tecrîda li Îmraliyê girantir bû û wiha got: “Hemû danûstandina li gel Ocalan ji sala 2015’an ve ji holê hatiye rakirin.

Tecrîda em jê re dibêjin mutleq ev e.”

Dînç diyar kir ku ti bendewariya wan ji hiqûqa Tirkiyê nemaye û ev tişt anî ziman:

“Em serî li mercên navneteweyî didin. Bi taybetî me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Lê hîna jî bersiva serlêdana me nedaye. Ev xemsariya wan jî nîşan dide ku DMME ne li gorî peyman û hiqûqê biryar dide, li gorî sedemên siyasî û polîtîkayên şantajê xwe bêdeng dike. Her wiha ne tenê DMME, di heman demê de CPT jî dibe şirîkê tecrîdê.”

Dînç anî ziman ku tecrîd ji ber sedemên siyasî tê sepandin û wiha domand:

“Ev tecrîd bandorê li ser hemû Tirkiyê dike. Bi tecrîdkirina birêz Ocalan re hemû civakê tecrîd dikin. Divê ku demildest tecrîd bê rakirin da ku birêz Ocalan karibe bi rola xwe rabe û ji bo çareseriyek nû bikeve nava tevgerê. Xwediyê çareseriyê tenê kesek heye ku dikare li Tirkiyê û Rojhilata Navîn pêk bîne ew ji birêz Ocalan e.”

Ji parêzerên Rêber Ocalan Mazlûm Dînç pêvajoya eşkerekirina rapora CPT’iyê bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Piştî serdana CPT’iyê hê jî me agahî ji birêz Ocalan û miwekilên xwe yên din negirtiye. Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike û ji bo rakirina tecrîdê bikeve nava helwestek çalak.”

Back to top button