HPG: Dagirkeran bi çekên qedexe êrîş kirin

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe êrîşî çeperên berxwedanê yên li qada Çemçoyê kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parve kir: “Di 17’ê Adarê de çeperên berxwedanê yên Çemçoyê bi çekên qedexe carekê hate bombekirin.

Heman rojê qadên berxwedanê ên Çemçoyê, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û qadên Golka û Girê Çarçêl ên Metînayê bi balefirên şer 4 caran hatine bombekirin.

Di 16 û 17’ê Adarê de jî qadên berxwedanê bi obus, hawan, tank û çekên giran 73 caran hatine bombekirin.

Back to top button