Li Şehba û Helebê banga bidawîbûna dagirkeriyê li Efrînê kirin

5 salin Efrîn hatiye dagirkirin. Bi vê boneyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî çalakiyên curbecur hatin lidarxistin. Di çalakiyan de, banga rizgarkirina Efrînê û vegera şêniyên wê hatin kirin.

Îro li ser dagirkeriya dewleta Tirk a qirker li Efrînê re, 5 sal derbas dibe.

Şêniyên taxên Şêxmesûd û Eşrefiyê yên Helebê bi heman armancê daketin qadan.

Di çalakiyê de kesên ku axivîn behsa sûc û binpêkirin dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê yên di nava 5 salin li Efrînê pêk tînin, kirin.

Bang li hemû aliyên peywendîdar hate kirin ku dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê bi dawî bikin da ku şêniyên Efrînê li warê xwe vegerin.

Li Hesekê, Dêrazorê û Minbicê banga rêzgarkirina Efrînê hate kirin

Bi vê yekê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û banga rizgarkirina Efrînê kirin.

Şêniyên Hesekê li Qada Şehîdên Suryan a li taxa Nasirayê çalakiyek li dar xistin.

Şêniyan diyarkirin ku wê berxwedan û tekoşîna xwe bidomîn heta hemû herêmên dagirkirî rêzgar bikin.

Şêniyên Dêra Zorê jî ji bo salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê meşeke li dar xistin.

Şêniyan bi dirûşma ‘Dem dema têkbirina dagirkeriyê ye’ daketin qadan û banga rizgarkirinê kirin.

Her wiha anîn ziman ku bi destê hêzên navnetewî sucên li dijî mirovahiyê li gelê Efrînê pêk hatin.

Li Minbicê jî hêrsa li dijî dagirkeriyê hebû.

Şêniyên Minbicê jî bi xwepêşandanekê salvegera dagirkerina Efrînê şermezar kirin.

Back to top button