Partî, sazî û rêxistinên herêmê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin

Di 18 meha 3. sal 2018’an bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin. Bi boneya vê rojê gelek daxuyanî hatin dayîn û êrişên dewleta Tirk û sûcên we hatin şermezarkirin Di daxuyaniyan de bang li hêzên navnetewî hate kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li vê dagirkeriyê bînin.

Bi boneya salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê daxuyanî hatin dayîn û dagirkirina wê ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê hate şermezarkirin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li Qamişlo li dijî dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û soza domandina têkoşîna li dijî dagirkeriyê dan.

  • Amûdê

Li navçeya Amûdê jî ji bo salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek hat dayîn.

Û bang li civaka navnetewî hat kirin ku erkên xwe yên mirovî bi cih bînin.

  • Kobanê

Li Kobanê jî Partiyên Siyasî dagirkirina Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir û gotin:

“Di ecncama kiryarên hov ên çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bi hezaran şênî neçarî koçberiyê bûn.

Banga me li hêzên navnetewî ew e ku dawî li van binpêkirinan bînin, da ku gelê Efrînê li warê xwe vegerin.”

  •  Tirbespiyê

Li Tirbespiyê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Tevî ku dagirkeriyê hemû cureyên çekên pêşketî bikaranî, lê gelê 58 rojan li berxwe da û destanên qehremaniyê nivîsandin.”

  • Til Temir

Li Til Temirê jî daxuyaniyek hate dayîn û lehengiya şervanên li dijî dagirkeriyê a 58 rojan hate bibîrxistin.

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi sûc û binpêkirinên li Efrînê jî hate kirin û hate gotin:

“5 sal di ser dagirkirinê re derbas dibin hê jî binpêkirinên mafên mirovan li wir didome û tu alî deng ji xwe nayne.”

Rêveberiya Xweser: Divê hêzên peywendîdar bi erkên xwe rabin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi heman boneyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku hê jî çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê li dijî Efrîniyên mayî revandin, qetilkirin, qirkirina xwezayê û wêrankirina dîroka wê didomînin û ev bang kir:

“Em bang li hêzên aktîf li Sûriyê, NY′yê, saziyên hiqûqî û mirovî dikin ku bi awayekî cidî ji bo Efrîn û herêmên dagirikirî bixebitin.

Em ê girêdayî pîvanên xwe yên nîştimanî û avakirina modeleke demokratîk û adilane ji bo tevahî sûriyeyiyan bin.”

Back to top button