Li Qamişlo û Kobanê ji bo şehîdên YAT merasîmên sersaxiyê hatin li darxistin

Şêniyên herêma Cizîrê û Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdên YAT’ê re xwestin û bal kişandin ser rola şervanên QSD’ê di pêkanîna ewlehî û îstiqrara li herêmê de.

Şêniyên kantona Qamişlo Merasîma sersaxiyê li navçeya Girkê Legê li darxist.

Di merasîmê de kesên axivîn şehîdên azadiyê bi bîr anîn û bal kişandin ser fedakariyên şehîdên YAT’ê û gotin:

Şehîdan mohra xwe li dîroka têkoşînê dan.

Bi saya şehîdan, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ewlehiyê de dijîn.

Her weha soza bilindkirina têkoşînê heta mayîndekirina aramî û îstiqrarê hat dayîn.

Dawiyê wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Li kantona Kobanê jî, şênî, şandeyên saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, saziyên leşkerî yên herêma Firatê sersaxî da malbata fermandarê YAT’ê Şervan Kobanê.

Li vir jî kesên axivîn bal kişandin ser fedekariya şehîdan û gotin:

Şervanên me li hember kesên hewl didin axa me dagir bikin û destdirêjiyê lê bikin, sekinînin.

“Heta ku lehengên mîna şehîd Şervan Kobanê hebin, em ê bi ewlehî bijîn.”

Ji bo şehîd Xebat Dirbêsiyê merasîmek hat lidarxistin

Şêniyên bajarê Hesekê, navçeyên Til Temirê û Dirbêsiyê jî berê xwe dan gundê Hiznê yê rojhilatê Til Temirê.

Şêniyan sersaxî ji malbata şervanê YATʹê Xebat Dirbêsiyê yê re xwest.

Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hata serkeftinê hat dayîn.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button