Rêveberiya Xweser: Ji 20-22’ê Adarê betlane ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Newrozê 3 roj kirin betlane û hin tedbîr girtin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda betlaneya Newrozê û hin tedbîrên ku ji bo Newrozê hate girtin, eşkere kir.

Rêveberiyê diyar kir ku hemû sazî û dezgehên fermî yên Rêveberiyê ji 20 heta 22’ê Adarê bi boneya cejan Newrozê tên girtin.

Bi boneya Newrozê Rêveberiya Xweser gelek tedbîr girtin

Rêveberiya Xweser ji bo tedbîrên ku hate girtin jî got:

Tevgera çûn û hatinê ya kamyon û tankeran, tevgera motorsîklet û derbaskirina kelûpelan bi rêya korîdoran qedexeye.

Ev biryar ji saet 6’ê sibeha 19′ Adarê heta saet 6’ê sibeha 22’ê Adarê di miryetê de ye.

Di çarçoveya qanûnan avêtina guleyan ji aliyê hêzên leşkerî, ewlehî, welatî ve qedexe ye û heta ku ruxset hebe jî, çek tê desteserkirin.

Li Qamişlo banga tevlîbûna Newrozê hat kirin

Li aliyê din li bajarê Qamişlo amadekariyên Newrozê didomin.

Komîteya amadekar li aliyekî cihê pîrozbahiyê dixemilîne û diçe serdanên malan, li aliyê din bi erebeyan li nava kolanan banga tevlîbûna pîrozbahiyê dike.

Back to top button