PDK’ê MÎT’a Tirkiyê bir cihê ketina helîkopterê

Piştî ketina hîkoptera ku di encamê de 9 şervanên YAT’ê şehîd bûn, PDK û MÎT’a Tirk li pey dek û dolaban in. PDK’ê, MÎT a Tirk bir cihê helîkopter lêketî û lêkolîn pêk anîn.

Balkêş e ku heta niha ji bo cenazeyên şehîdan ji Başûr bînin Bakûr û Rojhilatê Suriyê PDK’ê bersivek nedaye.

Lê li gorî nûçeya ajansa Hewarê, şandeyek dewleta dagirker a Tirkiyê biriye cihê ku helikopter ketiye.

Derbarê hejmara endamên şandeyê, nasnameyên wan ên leşkerî, îstîxbarat û hwd. de agahiyên zelal nehatin dayîn, lê hat gotin li wan deran lêkolîn kirine.

Ajansa Hewarê ragihand ku PDK û Tirkiye dixwazin mijarê dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bikar bînin.

Tevî ku nasnameyên şehîdan hatine eşkerekirin û ji Bakûr û Rojhilatê Suriyê ne jî helwldanek bi vî rengî dibe cihê gelek pirsan.

Gelo ev şandeya dewleta dagirker ji ku derê hatiye, li gorî pîvan û peymanên navnetewî tiştek bi vî rengî çawa dibe?

Li şuna ku Iraq lêkolîn bike, Tirkiye çawa diçe wir?

QSD’ê: 9 Şervanên me di qezaya helîkopterê de şehîd bûn

Back to top button