Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li AYM’ê da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi rêber Apo re serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. 

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, piştî erdheja ku çêbû, ji bo hevdîtina bi rêber Apo û girtiyên din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dabûn.

Piştî ku serlêdan nehatibû bersivandin parêzeran di 14’ê Sibatê de serî li Dadgeriya Înfazê ya bajarê Bûrsayê dabûn, lê ew serlêdan jî hatibû redkirin.

Piştre jî parêzeran 16’ê Adarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn-AYM’ê dan

Parêzeran di serlêdanê de îşaret bi qanûnên heyî ku mafên hevdîtinê yên girtî û hikumxwaran di xwe de dihewînin, qedexeya êşkence û muameleya xirab û di rewşên karesatên xwezayî de ku mafê giritiyan heye pêwendiyê bi malbatên xwe re deynin hatiye kirin.

Parêzeran di serlêdana xwe de tecrîda li ser Rêber Ocalan bibîrxistin û xwestin mafê hevdîtinê yê bi parêzeran û malbatê re yê muwekîlên wan esas bê girtin.

Back to top button